Amêdî: 3 meh e PKKê xortek girtiye, malbatê daxwaza berdanê kir

06-05-2020
Huner Reşîd
Malbata Cotyar Muhsin dibêjin, xortê wan 98 roj e ku ji aliyê PKKê ve hatiye girtin û ew tiştekî ji çarenivîsa wî nizanin.
Malbata Cotyar Muhsin dibêjin, xortê wan 98 roj e ku ji aliyê PKKê ve hatiye girtin û ew tiştekî ji çarenivîsa wî nizanin.
Nîşan Kurdistan Duhok Amêdî Çemankê PKK Cotyar Muhsin
A+ A-

Amêdî (Rûdaw) – Zêdetirî 3 mehan e ku xortekî 29 salî yê Amêdiyê yê bi navê Cotyar Muhsin ku xelkê gundê Siyarê ye, winda û bêserûşûn e. Xizm û kesûkarên wî dibêjin, ew dizanin kurê wan li kuderê ye, lê çarenivîsa wî nizanin, lewma li pêşberî Rêveberiya Nahiyeya Çemankê kom bûne û daxwaza lidûvçûnê û diyarkirina çarenivîsa xortê xwe dikin.

Dayika Cotyar, Leylîxan Mihemed daxwaza berdana xwe ji PKKê dike û ji Rûdawê re dibêje: “Ez hêvî dikim ji PKKê ku kurê min berde. Hêvî û ricayê dikim ku kurê min berdin. Kurê min çi nekiriye, wellehî bi hîle ew birine. Jê re gotine, were em dê biçin geştê û bi hîle birine. Bi vê pîlanê kurê min ê biçûk birine.”

Malbata Cotyar Muhsin dibêjin, ew nizanin ku sedema girtina xortê wan çi ye. Ew dibêjin, PKKê destpêkê ji wan re gotibû, piştî 2 rojan dê wî berdin, lê belê 98 roj derbas bûne û ew bernedane û ti zanyariyên wan jî li ser xortê wan nîne.

Bavê Cotyar, Mushin Hisên ji Rûdawê re ragihand: “Roja 29ê meha yekê (sala 2020), telefonek jê re hatiye û gotiye ez doktor im û were em biçin geştê bo nav berfê. Paşê derketiye ku PKKê ew desteser kiriye. Em nizanin guneha wî jî çi ye. Paşê bi rêya kanalên taybet ji me re gotin, ku ew li cem me ye û hatiye desteserkirin, em lidûvçûnan dikin û di nava 2-3 rojan de em dê berdin. Ew bû 97-98 roj ku hatiye desteserkirin. Em daxwaza azadkirina wî dikin.”

Semîr Siyarî, xizmekî Cotyar e, ew jî dibêje: “Em nizanin rewşa wî çawan e, em tenê dizanin ku PKKê ew girtiye, wekî din em nizanin ka zindî ye yan mirî ye. Em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku tiştekî bo me bike.”

Rêveberê Nahiyeya Çemankê, Elend Emîr wan gotinan red dike, ku qaşo Cotyar di kompanyayeke petrolê de karekî metirsîdar kiribe, ku bibe sedema girtina wî.

Elend Emîr ji Rûdawê re got: “Rastî ti pêwendiyên wisa nînin, ku li kompaniyeke petrolê kar kiribe û li ser wê yekê hatibe desteserkirin.Tenê hemwelatiyekî sivîl bû û ewên wan karan dikin, xelk li ser kiryarên wan nerazî ne û bûne sedema wê yekê ku xelkê vê deverê cihên xwe jî vala bikin û biterikînin.”

Li gor zanyariyên Rêveberiya Nahiyeya Çemankê, li zêdetirî 40 gundên vê herêmê PKK lê hene û ji ber bombebaranên balafirên şer ên Tirkiyê, xelkê wan gundan nikarin li gundên xwe akincî bibin û bijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst