Qers bûye navendeke girîng a wênegiriyê

06-03-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Qers Wênegirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Qersê mazûvaniya hejmarek wênegirên ji çend welatan û bajarên Tirkiyeyê çûne dike.

Wênegirên li cihên dîrokî û geştyariyê geriyan li Navenda Çandê ya Kafkasan jî sema gerand.

Mamosteyê wênegiriyê Hulkî Muradî anî ziman:

“7-8 sal in ez wênegiran li deverên girîng ên Tirkiyeyê digerînim. Ez li wan cihan perwerdeya wênegiriyê  didim.

Di heman demê de em diçin bajarên Tirkiyeyê yên bedew û dîrokî.”

Wênegir çûn cihên dîrokî û geştyariyê yên wekî Anî Oren a ku sala 2016an ket nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCOyê, Gola Çildir, pêşangeha penîr, navendên çandê û xetên rêyên hesinî yên Ekspresa Rojhilat û Ekspresa Rojhilat a Geştyariyê.

Wênegir Şerîf Ozegeyê jî got:

“25 salan ez wekî pispora komputerê xebitîm. Niha wekî hobî ez û hevjînê xwe em wênegiriyê dikin. Hevjînê min wênegirekî baş e û mamosteyê min e.”

Wêneyên ku ji aliyê wênegiran ve hatin girtin dê beşdarî pêşangeh û pêşbirkên cîhanî bibin.

Herwiha dê li ser torên civakî bên belavkirin û dibe ku hinek ji wan bibin xwediyê xelatan jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst