QERS – Çû daweta biraziyê xwe lê gayê cîranan ew kuşt!

29-05-2024
Nîşan Qers Ga Kuştin Dawet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, gayekî zilamek kuşt.

Bûyerê li gundê Zekê yê navçeya Qamûşanê rû da.

Li gorî agahiyan, gayê cîranan ji axûrê derket û li ber mala birayê wî êrişî Canip Akarê 64 salî kir.

Canip Akar di êrişa ga de bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Canip Akar rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Qamûşanê lê wî tevî hemû midaxeleyan jî canê xwe ji dest da.

Ji bo daweta biraziyê xwe çûbû

Li hêla din, hat zanîn ku Canip Akar li Îzmirê dijiya û ji bo daweta biraziyê xwe çûye gund.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst