Karmendê Şaredariya Wanê piştî ji herêma erdhejê vegeriya dawî li jiyana xwe anî

06-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Şaredariya Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karmendê Şaredariya Bazarê Mezin a Wanê ya Bakurê Kurdistanê piştî ku ji herêma erdhejê vegeriya, dawî li jiyana xwe anî.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin karmendê bi navê H.A yê ku ji SerokatiyaDaîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitî dawî li jiya xwe anî.

Hate ragihandin ku H.A. herî dawî çûbû herêma erdhejê.

Li gor nûçeya SerhatNewsê piştî ku H.A. ji herêma erdhejê vegeriyayê 3 roj îzin wergirtiye.

H.A. pişt ku ji 3 hevalên xwe re peyam dişîne dawî li jiyana xwe tîne.

Dozgeriyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst