Pirsgirêka xwandekarê ku ji pola 6ê bo pola 3 hatibû vegerandin hat çareserkirin

06-02-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Mihemed Sabîr Xwandekar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî rewşa xwandekar Mihmed Sabîr, ew zarokê ku ji pola şeşê bo pola sêyê hatibû vegeranidin û heftiya bihorî mijara bernmaeya Berpirsyar a Tora Medyayî ya Rûdawê bû, biryarek da. Li gor vê biryara Wezareta Perwerdeyê,  Mihemed Sabîr dê di pola Pêncê berdewamiyê bide xwandina xwe.

Mihemed Sabîr ji pola sêyê ya bingehîn derneçûye, lê ji ber şaşiya rêveberiya dibistanê û haydarnebûna malbatê, wî berdewamî daye xwendina xwe heta îsal ku pola şeşê dixwand, lê piştî aşkerebûna mijarê, niha biryar hatiye dan, ku Mihemed salekê ji xwandina xwe vegere paş û di pola 5an de bixwîne.

Bûyer ji ber du sedeman çê bûye, sedema yekem şaşiya rêveberiya dibistanê û kêmkariya wan di mijarê de bûye, herwiha sedemeke din ya wê şaşîtiyê, nexwendewariya dayk û bavê Mihemed û çavdêrînekirina rewşa xwendina wî bûye.

Dayk û bav û mamsteyên Mihemed haya wan ji vî rewşa Mihemed nebûne, lê piştî ku di ezmûnên nîvê salê yên pola şeşê de derneketiye, mijar aşkere bûye û rewşa wî xwandekarî ji pola sêyan ve heta pola şeşan derketiye holê.

Bi biryara Wezîrê Perwerdeyê Alan Hemed Seîd komîteyek ji bo şopandina dosyeya Mihemed Sabîr û diyarkirina çarenivîsa xwandina wî hatibû pêkanîn.

Ew komîte ji 4 Rêveberên Giştî yên Wezareta Perwerdeyê û bi serpereştiya Wezîrê Perwerdeyê û bi amadebûna deyk û bavê Mihemd, herwiha Rêveber û herdu Alîkarên Rêveberê Dibistanê pêkhatibû

Piştî 3 civînên cûda li gel deyk û bav û mamosta û rêveber û alîkarên rêvebrê dibistanê, Wezîrê Perwerdeyê, Alna Heme Seîd biryar da ku Mihemed Sabîr ji ber ku taqîkirinên demsala yekem a pola 6ê encam nedane, ji bo pola 5ê bihê vegerandin û ji pola 5an ve berdewamiyê bide xwandina xwe. Herwiha li gor biryara wezîr, Mihemed Sabîr dê di demsala duyem a îsal de tqîkirinên pola 4 a bingehîn jî bike.

Alan Heme Seîd daxwaz ji Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê jî kiriye ku cezayeke sivik bi ser rêveber û mamsotayên xwendingehê de bisepîne.

Weke hatiye ragihandin, sedema wî cezayê sivik jî ev e ku rêjeyeke zaf a xwendevanan di wê dibistanê de hebûne û rêveber û alîkarên wî yên berê hatine guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst