Sêwaz: Ji ber berfê rêyên 432 gundan hatine girtin

06-01-2019
RÛDAW
Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê gelek berf bariye.
Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê gelek berf bariye.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Sêwaz Berf Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê du roj e ku bê navber berf dibare û navenda bajêr spî bûye. Welatiyan di rê de, demên dijwar derbas kirin û li deverên çiyayî bi giştî rêyên 432 gund û navçeyan hatine girtin.

 

Îro Yekşembiyê danê sibê li navenda bajêr pileya germayê daket 2 pile jêr sifrê. Li aliyê din berfa zêde li deverên çiyayî jiyan rawestand û li tevahiya bajêr rêya 432 gund û navçeyan hate girtin.

 

Li gor zanyariyan, li navenda Sêwazê 21, Ezbîder 14, Tonûs 6, Epsîle 13, Gemerek 17, Axwanîs 9, Gurne 6, Hafîk 23, Çît 74, Kangal 25, Mîşaz 22, Enderes 38, Şarkişla 41, Ûlaş 14, Yildizelî 26 û li Koçgirî jî rêya 83 gund û mezrayan ji ber berfê hat girtin.

 

Tîmên ser bi Rêveberiya Taybet a Bajêr ve li navçe, bajarok û gundan li ser karê xwe yê vekirina rêyan berdewam in.

 

Li gor Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê jî, tê çaverêkirin ku heta çend rojên din bê navber berf û baran li parêzgeha Sêwazê û çend parêzgehên din bibare.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst