DÊRSIM – Piştî gotinên Naci Gorur tirs û xof ket dilê xelkê

05-12-2023
Ali Haydar Gozlu
Gotinên pisporan ên erdhejê bûn sedama tirsa xelkê Dêrsimê
Gotinên pisporan ên erdhejê bûn sedama tirsa xelkê Dêrsimê
Nîşan Dêrsim Erdhej
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Hişyariyên zanyarê jeolojiyê Nacî Gorur ên derbarê egera erdhejekê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê, li wî bajarî bû sedema tirsê.

Nacî Gorur hefteya borî ragihand ku li herêma Dêrsimê metirsiyeke mezin heye û egera erdhejeke bi hêza 7.4 pile heye.

Yekîtiya Odeyên Endazyaran a Dêrsimê jî got, saziyên hikumî û rêveberiyên xwecihî di asta pêwîst de amadekarî nekirine û di vê mijarê de bersiva nivîsên wan jî nedane.

Sekreterê Şaxa Dêrsimê ya Yekitiya Odeyên Endazyarên Makîneyê ya Tirkiyeyê Ugur Beycan ji Rûdawê re got:

“Yek ji bajarên ku di asta serekî de bandor lê bibe bajarê me ye. Li bakurê me xetên Kanîreş û Çermeyê Çewlîg yên bakurê Anadoluyê hene ku hezar û 150 – hezar û 200 kîlometreyan dirêj e.

Ji Marmarayê dest pê dike û heta Dêrsimê berdewam dike. Ji bilî xeta Marmarayê û ya li bakurê Dêrsimê ya Çermeyê hemû xet şikiyane û enerjiya xwe vala kiriye.”

Xelkê Dêrsimê jî daxwaza valakirina avahiyên ku metirsiya wan a hilweşînê heye dikin û bang li berpirsên bajêr dikin ku tedbîrên pêwîst werbigrin.

Xeta erdhejê ya bakurê Anadoluyê ku çalak e, 65 kîlometreyan li bakurê Dêrsimê di navçeyên Kanîreş û Çêrmeyê yên parêzgeha Çewligê re derbas dibe.

Li Dêrsimê herî dawî 26ê Tîrmeha 1967an li navçeya Pilemûriyê erdhejeke mezin bi hêza 6.2 pile çê bûbû ku 97 kesan canê xwe ji dest dabûn û hezar û 282 avahî hilweşiyabûn.

 27ê Kanûna Paşînê ya 2003an jî bi hêza 6,5 pile erdhejek çê bûbû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest dabû û çend avahî hilweşiya bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst