Li Amedê di 10 mehan de 45 pizîşkan koç kirine

05-12-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê Koça Pizîşkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di sala 2021ê de 16 pizîşkan û di 10 mehên îsal de jî 45 pizîşkan ji bo biçin derveyî Tirkiyê daxwaza “belgeya rewşa baş” kirine.

Ligel guhertinên di çarçoveya “reforma sipî” ya desthilata AKPê de koça pizîşkan ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam e.

Li gor amarên Odeya Pizîşkan a Amedê di sala 2021ê de 16 pizîşkan ji bo wergirtina belgeya rewşa baş serlêdana odeyê kirine û ev hejmar di 10 mehên îsal de gihiştiye 45 pizîşkan.

Ev demeke koça pizîşkan ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di rojevê de ye û pizîşk li wî welatî ji ber şert û mercên xirab ên karkirinê û mûçeyê kêm li gor standartên cîhanê  dest ji erkê xwe berdidin û diçin welatên Ewropayê û welatên din ên cîhanê û li wê derê dest bi kar dikin.

Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk li seranserê Tirkiyê di 10 mehên îsal de 2 hezar û 153 pizîşkan ji bo biçin welatên din daxwaza belgeyê kirine û tê çaverêkirin ev hejmar heta dawiya salê bigihe 2 hezar û 500 pizîşkan.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca jî meha borî ragihandibû ku di sala 2022an de li seranserê Tirkiyê 2 hezar û 239 pizîşkên pispor û 955 pizîşkên din dest ji karê xwe berdane.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst