Li Zap-Avaşînê efserekî pilebilind ê Tirkiyê hat kuştin

05-12-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Zap-Avaşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li herêma “Operasyona Pençe-Kilîd” a di nav axa Herêma Kurdistanê efserekî wan ê komando yê pilebilind ji aliyê gerilayên PKKê ve hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, îro 5ê Kanûnê 2022ê li herêma “Operasyona Pençe-Kilîd” li nav axa Herêma Kurdistanê di encama teqîna mayîneke vedayî ya gêrîlayên PKKê de Efserekî wan yê komando yê bi navê Mehmet Duman hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd”, herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst