Baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê hat mûşekbarankirin: Birîndar hene

05-10-2023
RÛDAW
Nîşan Til Rifet Mûşekbarankirin Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Til Rifetê ya Rojavayê Kurdistanê baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê hat mûşekbarankirin û di encamê de 8 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn.

Medyaya Tirkiyeyê ji çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihand ku baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li devera Tel Rifetê hat mûşekbarankirin.

Til Rifet di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Di encama mûşekbaranê de 8 leşker birîndar bûn ku 5 ji wan ên Hêzên Taybet ên Komandoyê ne.

Leşkerên birîndar li nexweşxaneyên parêzgehên Kilîs û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê tên dermankirin.

Artêşa Tirkiyeyê jî li Rojavayê Kurdistanê bi tundî êrişî devera Tel Rifetê kiriye û topbaran û bombebaran kiriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst