Hêzên Ewlehiyê li Kampa Holê 3 jin rizgar kirine

05-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser, ji Kampa Holê ya li Hesekê 3 jin rizgar kirin.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ragihandiye ku, di çarçoveya operasyona xwe de, li nav Kampa Holê hêzên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li beşê malbatên DAIŞê, 3 jin rizgar kirin.

Li gorî heman zanyariyan, ew 3 jin hatibûne bendkirin û bi awayekî tund hatibûne îşkencekirin û li cihekî taybet ji bo îşkencekirinê, ji aliyê jinên DAIŞê ve, hatibûne veşartin.

Temenê wan jinan jî 20, 22 û 23 salî ye, lê navên wan nehatine eşkerekirin.

Her li gorî zanyariyan, di çarçoveya qunaxa duyem de ji operasyona bi navê “Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê”, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser keçeke Kurd a Êzdî bi navê Wefa Elî Ebbas rizgar kiribû.

HSD û Asayişa Rêveberiya Xweser ji roja 25ê meha borî ve operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê li nav Kampa Holê destpê kirine û heta niha zêdetirî 120 kes hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst