Li ser rêya Amêdî-Dêrelûkê TNT hat pûçkirin

05-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li ser rêya serekî ya di navbera Amêdî-Dêrelûkê de li parêzgeha Duhokê, hêzên Pêşmerge TNTyek betal kirin. Çavkaniyekî ewlekariyê li Amêdiyê ragihand, guman heye ku ev karê PKKê be.

Çavkaniyekî ewlekariyê li qezaya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ji Rûdawê re ragihand, “Îro Pêncşemê beriya nîvro li nêzîk gundê Sigêrê ku dikeve ser rêya navbera Amêdî-Dêrelûkê, bombeke ji TNT hatiye pûçkirin.”

Bi gotina heman çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir, “TNTya ku hat pûçkirin derdora 65 kg bû û bi kêfxweşî ve bê zirar bû.”

Çavkaniyê navborî da xuyakirin, ku di nava du mehan de ev cara sêyem e ku li sînorê qezaya Amêdiyê TNT tê dîtin û tê pûçkirin û tekez kir, “guman heye ku PKKê ev TNT danînin.”

Wezareta Pêşmerge û PKKê jî bi fermî derbarê mijarê de ti daxuyanî û zelalkirinek nedane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst