Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê navbera grûpa Siltan Mûrad û polîsên serbazî de şer derket û di encamê 2 zarok û polîsek hatin kuştin, 4 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî medya nêzîkî opozisyona Sûriyê li ser rêbendeke Serê Kaniyê di navbera çekdarekî grûpa Siltan Mûrad û polîsên ku li ser rêbendê şer derketiye.
Di encama şerê di navber grûpa Siltan Mûrad û polîsên serbazî de zarokên bi navên Ebdilrehman Ehmed ê 11 salî û Hesen Elî yê 14 salî û polîsê bi navê Îsmaîl Cidaan hatine kuştin. Herwiha 4 kesên din jî birîndar bûne ku yek ji wan jin e.
Li gorî zanyariyan polîsên serbazî û leşkerên Tirkiyê cihê şer dorpêç kir û rê nedane ku ew şer berfirehtir bibe.
Heta niha Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Tirkiyê ti daxuyanî li ser wî şerî belav nekirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse