Grûpa Niştimanperwerên Kurd li Efrînê: Li şûna Kurdan Ereb û Tirkmen tên bicihkirin

05-07-2021
RÛDAW
Nîşan Efrîn Kurd Grûpên Çekdar Binpêkirin Grûpa Niştimanperwerên Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi navê Grûpa Niştimanperwerên Kurd li Efrînê daxuyaniyek derbarê binpêkirinên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Di daxuyaniya xwe de, grûpa navborî dibêje, milîsên çete hemû curên sûcan li dijî gelê Kurd li herêmên ku Tirkiyê dagîr kirine, encam dane.

Li gor daxuyaniyê, ev tawan bi fermana Tirkiyê tên kirin ji bo ku Kurdan nerçarî koçberiyê bikin û li şûna wan Ereb û Tirkmenên parêzgehên din ên Sûriyê bicîh bikin.

Her li gor daxuyaniyê, di zindanên grûpên çekdar de, bi taybet zindana li Kefer Cenê, bi dehan kes bi serpereştiya Tirkiyê di bin îşkencê de hatine kuştin.

Grûpa Niştimanperwerên Kurd li Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku komîteyeke navdewletî ya lêkolînê pêk bînê ji bo  fermandarên grûpên çekdar li ser van tawanan bide dadgehê.

Li Efrînê mafên mirov tên binpêkirin, rojane xelk tê kuştin, tên revandin û êşkencekirin. Yên tên girtin bi pereyan tên azadkirin, ji destpêka îsal ve zêdetyî 100 kesan li Efrînê hatine revandin ku zarok û jin di nav wan de ne û rêjeya jinan zêde ye.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst