Di navbera pêşmergeyên Komele û leşkerên Îranê de şer derket

05-07-2021
RÛDAW
Nîşan Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Komele Pêşmerge Leşkerên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Merîwana Rojhilatê Kurdistanê di navbera pêşmergeyên Komelê û leşkerên Îranê de şer derket. Li gor çavkanyek emnî, pêşmergeyên Komelê ketin kemîna leşkerên Îranê, lê karîn derbas bibin.

Malpera bi navê `Akam News` ku ser bi dezgehên emnî yên Îranê ve ye, li ser zimanê berpirsekî emnî yê Îranê ragihand, hêzeke pêşmergeyên Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, li hejmareke gundên herêma Merîwanê çalakiyek pêk anîn.

Li gor heman çavkaniyê, ew tîma pêşmergeyên Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistanê, di dawîn kêliyên encamdana erk û çalakiya xwe de, ketin kemîna hêzên emnî û leşkerên Îranê.

Berpirsê emnî yê Îranê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ragihand ku ev bûyer bi şev çê bû û li gor gotina wî her bi vê sedemê, tîma pêşmergeyan karîne derbas bibin.

Rûdawê peywendî bi berpirsekî Komelê kir û jê pirs kir ka gelê `rast e li Merîwanê şer di navbera pêşmerge û leşkerên Îranê de çê bûye?`, lê ew berpirsê Komelê amade nebû bersiv bide.

Di heyama çend mehên derbasbûyî de çendîn car şer û pevçûn di navbera pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û leşkerên Îranê de çê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst