Di ser koça dawî ya Faik Bucak re 55 sal derbas bûn

05-07-2021
RÛDAW
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) yê pêştir Faik Bucak.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) yê pêştir Faik Bucak.
Nîşan Faik Bucak Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser koça dawî ya Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) Faik Bucak re 55 sal derbas bûn.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) Faik Bucak di 4ê Tîrmeha 1966an de li Rihayê rastî êrişa hêzên nepenî hat. 18 gulle li laşê Faik Bucak ketin û ew rakirin nexweşxaneyê. Faik Bucak di 5ê Tîrmeha 1966am de li nexweşxaneyê koça dawî kir.

Faik Bucak kî ye?

Faik Bucak di sala 1919an de li gundê Xedrayo yê ser bi Sêwregê jidayîk bû û kurê duyem ê Hesen û Qudret bû.

Dibistana seretayî li Sêwregê û dibistana navendî jî li Amedê xwend. Di sala 1939an de dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê kir.

Faik bucak li gel Mûsa Anter û M. Remzi Bucak di damezrandina Mala Xwendekaran a Dîcleyê de cih girt.

Di sala 1946an de xwendina fakulteya hiqûqê temam kir. Di sala 1949an de li Antakyayê dest bi peywira dadgeriyê kir.

Di sala 1951ê de li navçeya Gurun a Sêwasê hat peywirdarkirin.

Li Sêwasê di dadgehê de di berjewendiya Kurdên ku erdên wan ji wan hatine standin de biryar da. Di salên 1952-1953an de li Qozanê di peywira xwe ya dadgeriyê de berdewam bû.

Li Girtîgeha Qozanê girtiyên ku serî hildabûn, ji bo danûstandinan navbeynkariya dadgerê Kurd Faik Bucak, weke merc danîn ber rayedaran. Piştî danûstandinên li gel girtiyan, serhildana wan bi dawî anî.

Piştî ku weke dadgerê Kurd navdar bû, bo Hadimê hat mişextkirin. Ji ber ku hat mişextkirin, dest ji peywira xwe ya dadgeriyê kişand.

Di sala 1956an de li Rihayê bi cih bû û dest bi parêzeriyê kir.

Piştî kudetaya sala 1960an, li Rihayê hat girtin û tevî malbata Şêx Seîd û gelek malbatên navdar ên Kurdan, bo Kampa Sêwasê hat şandin.

Tevî 54 Kurdên ku ji Kampa Sêwasê hatin mişextkirin, bo Balikesîrê hat şandin.

Li girtîgehên Riha, Sêwas, Balikesîr û Eskîşehîrê hat zindanîkirin. Li Enqerê hat mişextkirin.

Di dawiya sala 1962an de ji mişextiyê vegeriya Rihayê û dest bi parêzeriyê kir.

Di 11ê Tîrmeha 1965an de, bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T).

Di 4ê Tîrmeha 1966an de li Rihayê rastî êrişa hin hêzên nepenî hat. Tevî ku di nava wesayîtê de kurên wî Serhed, Sertaç û biraziyê wî hebûn, Faik Bucakê ku li paş rûniştibû, bûbû armanca êrişê. Di êrişê de bi giranî birîndar nebûbû, lê li nexweşxaneyê pêvajoyeke tedawîkirinê ya biguman hat kirin.

Sekreterê Giştî yê PDK-T yê piştî wî Saît Elçî li nexweşxaneyê çû serdana wî. Saît Elçî jê re got: “Hemd ji Xwedê re serê we baş e. Birînên we li lingê we ne. Pêwîstiya Kurdan bi serê we heye.”

Li nexweşxaneyê, ji dadgerê ku ji bo wergirtina îfada wî hatibû re got, "Hûn dizanin kê êrişî min kir" û îfade neda.

Faik Bucak di 5ê Tîrmeha 1966an de koça dawî kir û li goristana Sêwregê hat veşartin.

Piştre derket holê ku yek ji wan kesên ku êrişî wî kirine, efserek bû.

Di kêliyên herî dawî yên jiyana xwe de ji zarokên xwe re wiha gotiye: “Perwerdeya xwe bidomînin. Doza xwe bernedin. Hûn dizanin çima êrişî me kirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst