Partiyên Kurdistanî îro li Kerkûkê civiyan

05-06-2023
RÛDAW
Civîna partiyên Kurdistanî li Kerkûkê
Civîna partiyên Kurdistanî li Kerkûkê
Nîşan Kerkûk Partiyên Kurdistanî Iraq Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Kurdistanî îro li baregeha Partiya Komunîst a Kurdistanê (Şiyûî) civiyan, û reşwa Kerkûkê, rewşa cotkarên Kurd û Tirkmen û pirsgirêkên wan ên zeviyên çandiniyê gotûbêj kirin.

Di civînê de hemû partiyên Kurdistanî amade bûn. Ew partiyên Kurdistanî karnameya civîna xwe belav kirine û têde dibêjin, rewşa Kerkûkê ber bi aloziyên siyasî û nearamiyê ve diçe û xeleka erebkirina bajêr (guhertina demografiyê di berjewendiya ereban de) berfirehtir bûye û hewldanên bo vê yekê jî zêdetir bûne.

Partiyên Kurdistanî têkildarî rewşa Kerkûkê daxwaz dikin ku di demeke herî nêz de ew pîvandina ku Rêveberiya Çandiniyê ya Kerkûkê li ser daxwaza Wezareta Berevaniyê dike rawestîne. 

Herweha daxwaz kirin ku nûnerên hemû pêkhateyên Kerkûkê kar bikin ji bo parastina pêkvejiyana li Kerkûkê û tekez kir, eger ew yek neyê kirin, aştiya civakî û jiyana hevbeş a li Kerkûkê di xeterê de ye.

Aliyên Kurdistanî tekez kirin ku cîbicîkirina maddeya 140 a Destûra Iraqê take rêya çareseriya rewşa Kerkûkê ye û destnîşan kirin ku divê bi awayekî ciddî hewl bên dan daku ew madeya destûrê were cîbicîkirin û ji bo wê yekê jî guvaş li Bexdayê bên kirin.

Di civînê de aliyên beşdar dan xuyakirin ku ew piştevaniya cotkarên Kurd û Tirkman ên li Kerkûkê û tekezî li ser parastina mafên wan dikin, ku ew demek e Artêşa Iraqê hewl dide dest dane ser beşek ji zeviyên wan.

Di xaleke din a karnameya civînê de tê gotin, divê artêş li derveyî bajaran be û destwerdanê di nav karûbarên navxweyî de neke û nebe beşek ji pirsgirêk û rikeberiyên yasayî û siyasî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst