Barana gur a li bakurê welêt ziyaneke mezin gihand çandiniyê

05-05-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barana Gur Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê çend roj in bajar û zîpik dibarin.

Baran û zîpika di vê demsalê de zerereke mezin gihandiye çandiniyê.

Li navçeyên Hezro û Farqînê yên Amedê ji ber baran û zîpikê fistiq û dexlûdanê cotkaran ziyaneke mezin dît.

Bi taybetî cotkarên gundê Cirnoqî û Girê Seletê yên Hezroyê û gundê Bayikê yê Farqînê ziyanên mezin dîtine.

Cotkar dibêjin ziyana wan gelekî zêde ye û ew dê serî li saziyên pêwendîdar bidin ku bên qerebûkirin.

Herwiha li parêzgeha Meletiyê jî ji ber barana zêde kolanên bajêr di bin avê de man û bandor li trafîka bajêr kir.

Di heman demê de li parêzgeha Mereşê jî di vê demsalê de li deverên bilind berf bariya û sir û seqem çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst