Raperîna gelê Kurdistanê 33 salî ye: Bûye haveynê Herêma Kurdistanê

05-03-2024
Nîşan Raperîn Salveger Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro salvegera 33yan a Raperîna Mezin a Başûrê Kurdistanê ye.

Raperîna gelê Başûrê Kurdistanê 5ê Adara 1991ê, li navçeya Ranyeya ya Silêmaniyê dest pê kir.

Beriya niha bi 33 salan, 5ê Adara sala 1991ê, ciwanan li Ranyeyê li hemberî zor û zordariya rejîma Sedam Hisên, serî hilda û piştî çend saetan Ranye bi temamî ji destê Beasiyan hat rizgarkirin.

Raperîna gelê Kurdistanê 33 salî ye

Pizotê serhildanê pekiya herêmên din ên Başûrê Kurdistanê û roja yekem a raperinê Çarqurne, Deşta Bitwênê, Hecîawa û herêma Sekepkanê ji destê hêzên Îraqê hatin rizgarkirin.

Roja piştre (6ê Adarê) li Silêmaniyê serhildanan dest pê kir û herêma Bazyan û Deşta Pişderê ji destê leşkerên Sedam hatin derxistin.

7ê Adarê xelkê bajarê Silêmaniyê serhildan kir û gel dest danî ser Rêveberiya Ewlehiyê û Qeraqola Selamê.

Di roja seyêm a Raperînê de agirê serhildanê Çemçemal, Helebce, Erbet, Zarayan û Pîremegrûnê geş bû.

Raperîna gelê Kurdistanê 33 salî ye

Di heman rojê de rêya di navbera Silêmanî û Kerkûkê ket bin kontrola Kurdan.

9ê Adarê jî xelkê Koye, Şeqlawa û Basimrayê dest bi serhildanê kir û bi vî awayî pêla serhildanan li navçeyên Hewlêrê dest pê kir.

Li navçeyên Hewlêrê xelkên Soran, Hecî Omeran, Mêrgesor, Çoman, Spilk, Xelîfan, Herîr, Batas, Mesîf, Teqteq, Axcalar, Qerehencîrê li hemberî rejîma Sedam ala rakirin.

Raperîna gelê Kurdistanê 33 salî ye

11ê Adarê xelkê Hewlerê dest bi berxwedanê kir û heman rojê hêzên rejîmê ji Kesnazan, Banislawa, Daratû, Quştepe, Şawês, Birzîn, Mele Omer, Cadîde, Topzawa, Kewirgosk, Behrikê û Berhuştirê hatin derxistin.

Bi raperîna Hewlêrê re êdî agirê serhildanê li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bû.

Raperîna gelê Kurdistanê 33 salî ye

Navçeyên Xaneqîn û Celawle, Mexmûr, Akrê, Bicîl, Surçî, Berdereş, Cinarte, Zirêbar û Şexanê hatin rizgarkirin.

13ê Adarê jî li Zaxo û Silevanê Raperînê dest pê kir û li Kerkûkê jî herêma Pede, li Germiyanê jî Kelar û Cabara ji rejîmê hatin standin.

14ê Adarê xelkê Dihokê herêma Zawîte, Sersing, Dêrelûk, Şêladizê, Amêdî û Bamernê kontrol kir.

15 Adarê xelkê Sêmelê, 16 Adarê Sebaşah, Qereçûx û Mexmûrê; 18 Adarê jî Pirdê û 19ê Adarê jî herêma Kerkûkê ji hêzên Beasî hatin paqijkirin.

Xelkê Kerkûkê 20 Adarê rejîma Sedam ji navenda bajêr derxist.

Berxwedana mezin a gelê Başûrê Kurdistanê

27ê Adarê Artêşa Îraqê dest bi êrişê kir. Di heman rojê de Kerkûk û 31 Adarê jî Hewlêr dagir kir.

Piştre jî koçberbûna xelkê Başûrê Kurdistanê dest pê kir û bi hezaran kes derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn.

Ji ber ku Raperînê ji Ranyeyê ve dest pê kir, Raniye bûye sembola raperînê û wekî “Dergehê Raperînê” tê binavkirin.

Li Kurdistanê jî meha adarê jî wekî “Meha Raperînê” tê binavkirin.

Koça mezin / 1991

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst