Piştî fîçera Rûdawê Parêzgar bi Apê Hazim re hevdîtin kir

05-02-2023
RÛDAW
Apê Hazim li Duhokê bi xwedîkirina ajelên bêxwedî tê naskirin.
Apê Hazim li Duhokê bi xwedîkirina ajelên bêxwedî tê naskirin.
Nîşan Duhok Apê Hazim Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Duhokê pêşwaziya Apê Hazim, kalê ji Duhokê kir ku bi salan e goşt û nan berhev dike û dide kûçikên bêxwedî. Parêzgarê Duhokê Elî Teter da zanîn ku dema projeya stargehê bi dawî bibe ew dê derfetên kar ji Apê Hazim re peyda bikin.

Roja Înê 03-02-2023 Tora Medyayî ya Rûdawê fîçerek li ser  kalekî ji Duhokê yê bi navê Apê Hazim belav kir ku zêdetirî 45 sal e xwarinê dide kûçikên bêxwedî.

Apê Hazim 70 salî ye û li kolanên Duhokê tiştan difiroşe.

Apê Hazim her roj piştî kar di dema xwarinê de diçe bazara qesabên Duhokê û goşt û hestiyên bermayî yên li ber dikanên qesabiyê berhev dike û paşê dide ajalên bêxwedî.

Îro Yekşemê 5 Sibata 2023 Parêzgarê Duhokê Elî Teter pêşwaziya Mam Hazim û karmendên Rûdawê kir û ragihand, dema projeya penageha Duhokê bi dawî bû ku niha xebat têde berdewam e û %20 ji projeyê bi dawî bûye, dê Mam Hazim li wir bê damezrandin da ku karê xwe berdewam bike, ji ber ku ezmûneke wî ya baş di wî karî de heye.

Apê Hazim, destpêkê li Îranê û paşê li Mûsilê û niha jî li Duhokê mijûlî xwedîkirina ajelên bêxwedî bûye û bi gotina wî bixwe, ew nêzî 45 salan e wî karî dike.

Hazim Mihemed ê 70 salî, her roj li deverên cuda yên bajarê Duhokê digere û ji ajelên bêxwedî re xwarinê peyda dike.

Kalê Kurd ê ajeldost, Hazimê 70 salî danê sibê ji malê derdikeve, destmalên selpak difiroşe û bi dahata wê pereyê rêwîtiyê qezenc dike û li qesab û xwaringehên li bazarê digere, goşt, hestî, erzaq û nanê ku ji van deran berhev dike tîne stargehekê ku bi derfetên xwe li derveyê bajêr çê kiriye û dide ajelên bêxwedî.

Apê Hazim dibêje ku ew vê yekê wekî "erkeke însanî" dibîne û heta niha ji kesî alîkariya aborî nexwestiye.

Qesabên sûka Duhokê jî diyar dikin ku Apê Hazim karê xwe bi xwe dike û daxwaza piştgirî û alîkariyê ji kesî nake.

Hazim Mihemed bavê 5 zarokan e ku 2 jê keç in, bi piştgiriya kurê xwe Sadiqê ku bi wî re dijî, xebatên xwe didomîne.

 

Parêzgarê Duhokê Elî Teter pêşwaziya Apê Hazim kir

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst