Rêveberiya Parastina Jîngeha Sineyê: Tankerên sotemeniyê li ser av, çandinî û jîngehê bûne metirsî

04-12-2023
RÛDAW
Nîşan Sine Parastina Jîngeha Sineyê Tankerên Sotemeniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Parastina Jîngeha Parêzgeha Sineyê ragihand ku tankerên sotemeniyê li ser av, çandinî û jîngehê bûne metirsî.

Rêveberê Parastina Jîngeha Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku di 15 salên borî de zêdeytirî 291 tankerên sotemeniyê qulibîne û zerereke zêde gihandine jîngeh, av û çandiniya wê parêzgehê.

Li gorî Rêveberê Parastina Jîngeha Parêzgeha Sineyê Îqbal Hemîdî, qulibîna tankerên sotemeniyê zerereke zêde digihînin axê, çavkaniyên avê, baxçe û çandiniyê ku piraniya caran paqijkirina axê mesrefeke zêde jê re divê yan jî her wek xwe dimîne.

Rêveberê Parastina Jîngeha Parêzgeha Sineyê Îqbal Hemîdî got:

“Her hefte û mehekê tankereke sotemeniyê diqulibe û ev jî ji bo çandiniya parêzgeha Sineyê bûye metirsiyeke cidî.”

Parêzgeha Sineyê parêzgaheke serekî ya çûnûhatina tankerên sotemeniyê ye ku piraniya wan an sotemeniya Başûrê Kurdistanê vediguhêzin an jî sotemeniyê dibin.

Berê jî çalakvanên jîngehê derbarê çûnûhatina tankerên sotemeniyê de nerazîbûn nîşan dabûn ku ji ber nebûna jêrxan û rêya çûnûhatinê ya guncav an ew bi xwe diqulibin an jî dibin sedema bûyerên tafîkê û zerereke zêde digihînin jîngehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst