MAKÛ - Gundê Sorikê ji ber lehiyê wêran bûbû: 'Bila gund li cihekî ewle bê avakirin'

04-09-2023
RÛDAW
Gundê Sorikê
Gundê Sorikê
Nîşan Gundê Sorikê Rojhilatê Kurdistanê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Borelanê lehî rabû û gundê Sorikê di bin avê da ma. Li gund bi dehan xanî û axur herifîn.

Navçeya Borelanê ya bajarê Makûyê li bakurê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û hevsînorê Bakurê Kurdistanê ye.

Ji ber lehiya hefteya borî 27 xanî li gundê Sorikê li navçeya Borelan a Makuyê herifîn û xelk neçar in di nav çadiran de bijîn.

Xaniyê welatiyekî ji ber lehiyê neçûye, lê av çûye nav mala wî û hemû kelûpelên wî yên elektirîkî xerab bûne.

“Zivistan bi ser me de tê, em dê zarokên xwe bibin ku derê?”

Nişteciyê Gundê Sorikê yê ku mala wî ji ber lehiyê ziyan dîtiye got:

“Zivistan bi ser me de tê. Em nizanin em ê zarokên xwe û ajelên xwe bibin ku derê.

Pêdiviya me bi alîkariyê heye, ji xelkê be an jî ji dewlet be.”

“Cihê zarokên min wêran bû”

Jineke ku mala wê ji ber lehiyê wêran bûye  banga alîkariyê kir û got:

“Cihê zarokên min wêran bû. Her tiştê wan ji nav çûye.

Tenê ew bixwe mane. Niha mala zarokên herifî ez dixwazim alîkariya wan bê kirin ku bikarin xaniyê xwe ava bikin.

Ez spasya wan dikim. Zerereke mezin e, mala me xerab bûye.”

Jiyana kesên ku ziyan dîtiye têk çûye. Eger alîkariyên xelkê negihêjin wan, di dabînkirina xwarin, cilûberg û pêdiviyên nav malê de jî zehmetiyan dikişînin.

Lê pirsgirêka wan a sereke malên wan in.  

“Em dixwazin xelk bêhtir alîkariya madî bişîne”

Çalakvanê Makûyê got, “Divê saziya `Bunyad Musteziefîn` were û nexşeyekê deyne.

Cihekî bo wan diyar bike ku bikarin di nava wan du - sê mehên ku mane de xaniyên xwe ava bikin.

Sulfeyeke bê beramber an jî alîkariyekê bide wan ku bikaribin di nava wan 2-3 mehan de wî karî temam bikin.

Bikaribin stargehekê bo zarokên xwe û mlabata xwe dabîn bikin. Em dixwazin xelk bêhtir alîkariya madî û pere bişîne.”

Demjimêr 3yê piştî nîvroya 29 Tebaxê li navçeya Borelanê ya Makûyê lehî rabû.

Lehiyê ziyan gihande heft gundan lê herî zêde ziyan gihaye gundê Sorik ê.

Şêniyên deverê dibêjin ku baran li Agiriyê bariye lê ji ber dîwarê ku Tirkiyeyê li ser sînor çêkiriye, av kom bûye û lehî rabûye.

“Ji ber dîwarê ku Tirkiyeyê ava kiriye lehî rabû”

Ziyandîtiyekî din ê lehiyê yê gundê Sorikê sedema lehiyê wiha bi nav kir:

“Li vir baran nebariye, li Agiriyê baran bariye. Ew dîwarê ku Tirkiyê kuşandiye bûye bendav.

Av lê kom bûye û piştre di cihekî de teqiyaye û av bi ser gundê me de hatiye.”

“Êdî gundê Sorikê bo jiyanê nabe”

Qaymeqamê Makuyê ragihand ku êdî gundê Sorikê bo jiyanê nabe, metirsî heye ku di paşerojê de careke din lehî li wê navçeyê rabe, ji ber wê dê gund veguhêzin devereke din.

Xelkê gund dixwaze biçe cihekî ku jiyan û mala wan parastî be.

“Eger gund li cihekî baş neyê avakirin dibe ku ev bûyer dubare bibe”

Şêniyê Gundê Sorikê anî ziman, “Bendewariya me ji berpirsan ev e ku wî gundî bibin cihekî baş ku careke din ev bûyer dubare nebe.

Niha eger heye ku 10 salên din careke din ev bûyer dubare bibe.

Bila li cihekî planeke baş deynin û xelk xerc û mesrefê bikin ku xerab nebe.

Niha nîvê gund wate 27 mal wêran bûne êdî xaniyên wan qet bo jiyanê nabin.”

Li Gundê Sorikê 62 mal hene. Ji ber lehiyê 27 mal bi temamî herifîne, û malên din jî ziyan dîtiye.

Ji bilî kelûpelên nav malê gov, erdên çandiniyê û tora av û elektirîkê jî ziyan dîtiye.

Hikûmetê soz daye ku wan qerebû bike lê eger ew zû neyên qerebû kirin, zehmete bikarin xwe li ber sira zivistanê ya navçeyê bigirin û di nav çadiran de bijîn, dê dest ji gundê xwe berdin.

Îran hewl dide navê gundê Sorikê bike Tirkî

Berpirsên bajarê Makûyê yê Rojhilatê kurdistanê, hewl didin gundê Sorikê vala bikin û gundekî din çêbikin û navê wî yê Kurdî jî biguherin.

Li gorî zaniyariyên ku ji Makuyê gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê piştî rabûna lehiyê û herifîna 35 xaniyên gundê Sorikê yê navçeya Borelanê dê cihê gund were guherandin.

Berpirsên Fermangeha Niştecîkirina Makûyê ji gundiyan re ragihand, ji ber lehiyan di demên pêş de, dê cihê gund biguherin.

Herwiha ji xelkê re got ku navê gundê nû jî dikin dê bikin “Yenî Kizilca” ku navekî Tirkî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst