Vahap Coşkun: Çareseriyek çê bibe rola Nêçîrvan Barzanî giring e

04-09-2020
RÛDAW
Vahap Coşkun
Vahap Coşkun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyen û pisporê karûbarê siyasî, Vahap Coşkun ragihand, Herêma Kurdistanê roleke girîng di pêvajoyên çareseriyê yên li Tirkiyê de lîstiye û got, serdana Nêçîrvan Barzanî hem bo herdu aliyan û hem bo xelkê gelek giring e û eger çareseriyek çê bibe, rola Barzanî pir giring e.

Mamostayê Zanîngeha Dîcle ya Amedê, Vahap Coşkun beşdarî bultena Rûdawê TV bû û serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê nirxand.

Vahap Coşkun got, di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de heta 2017an peywendiyên gelek xurt û baş hebûn, lê ji 2017 ve û piştî referandumê guhertinek di peywendiyên herdu aliyan de çê bû û ew peywendî heta astekê daketin, peywendî neqediya, lê paşê negihîşt asta xwe ya berê jî.

Coşkun got, sedema wê jî guherîna siyaseta navxwe ya Tirkiyê bû ku ber bi netewperestiyê ve û dijatiya Kurdan ve çû û tekez kir, ew siyaset ne di berjewendiya Tirkiyê bi xwe de bû jî û ji wê siyasetê ti qazancek bidestnexist.

Vahap Coşkun amaje bi serdana îro ya Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê kir û got, Nêçîrvan Barzanî li Enqerê civînek li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêk anî û dê hevdîtinekê li gel Serokomarê Tirkiyê dê li Tirkiyê 3 tiştên giring gotûbêj bike.

Coşkun got: “Bi nêrîna min yek ji wan mijaran operasyona Tirkiyê li Iraqê û Herêma Kurdistanê ye, ku berdewam dike û ew yek dibe sedema gelek ziraran bo Herêma Kurdistanê. Hem têkiliya wê bi Tirkiyê re xerab dike û hem navbera wê û PKKê têk dide. Di vê mijarê de pirsgirêkek mezin heye. Li aliyekê din hikûmeta Iraqê jî nerazîbûna xwe nîşan dide û bi egereke zêde ew dê bêne gotûbêjkirin.

Ya duyem, li herêmê gelek geşedanên giring hene, du roj berê Macron hat Iraq û di vê serdanê de hem bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê re peyivî û hem jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re peyivî. Macron du peyamên giring dan, piştevaniya xwe bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da. Ya duyem û giring jî ev bû ku got ew li aliyê rêveberiya Kurdistanê cih digirin û ew dê ji bo istiqrara siyasî û demokratîk a li navçeyê piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin. Ew peyam gelek giring in, çimku îro Tirkiye û Fransa di du aliyên cuda de, yanî hem Lîbya û hem rojhilatê Deryaya Spî hatine hemberî hev. Her du alî li hemberî hev sekinîne.

Meseleya sêyem jî têkiliyên bazirganî û paşeroja wan têkiliyan e, vêya hem jib o Tirkiyê û hem bo Herêma Kurdistanê gelek giring e. Eger têkiliyên aborî yên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê berdewam bin û geşe bikin, ew yek hem bo herdu aliyan û hem jî bo xelkê gelek giring e. Ji ber ku tevî pandemiyek jî heye, ew têkilî berdewam bûne û îsal heta niha bi qasî 5 milyar dolar dan û standin çê bûye di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.”

Li ser pirsa gelo eger heye ku Macron bi rêya Nêçîrvan Barzanî peyamek ji Erdogan re şandibe, Mamostayê Zanîngeha Dîcle ya Amedê, Vahap Coşkun got, “ez nizanim tiştek wisa heye yan na, lê di siyasetê de mirov divê her îhtîmalekê li ber çav bigire, dibe tiştekî wisa hebe.”

Vahap Coşkun amaje bi rola Başûrê Kurdistanê di pirsên navçeyê de kir û got, hem Nêçîrvan Barzanî û hem rêveberiya Başûrê Kurdistanê roleke sereke di pirsên têkildarî Kurdan  de dilîzin û got, “Tirkiye di aliyê kurdan de du sê heb pirsgirêkên wê yên mezin hene, pirsgirêja Kurd li Tirkiyê heye û di navbera Tirkiyê û PKKê de 40 sal e şerek berdewam e û ji Tirkiyê bêtir, ew şer li ser axa Kurdistanê berdewam dike, vêya hem ji bo Tirkiyê û hem bo Kurdistanê pirsgirêkek mezin e. Çareseriya vê pirsgirêkê eger hebe, di vir de hem rola Barzanî û hem rêveberiya Herêma Kurdistanê gelek giring e. Tirkiye li Sûriyê jî pirsgirêkek mezin bi Kurdan re heye,a niha li Sûriyê rola Kurdan dê çawan be û di Sûriya nû de Kurd dê çawan cih bigirin ew gelek giring e, li vir heta niha Tirkiyê roleke erênî enlist. Lê em dibînin li Rojava jî geşedanên mezin hene, di nava Kurdan de jî geşedanên mezin hene û li vê derê hevdîtinên yekîtiyê berdewam dikin. Ji sedî 80 rêkeftin kirine û li ser ji sedî 20ê mijaran gotûbêjên wan berdewam in, di vir de jî ez bawer dikim rola hem Barzanî û hem rêveberiya Herêma Kurdistanê gelek giring e, Tirkiye vana giştan dişopîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst