Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê werzê dirûn û wergirtina genim bi dawî hat

04-08-2022
RÛDAW
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê werzê dirûn û wergirtina genim bi dawî hat
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê werzê dirûn û wergirtina genim bi dawî hat
Nîşan Genim Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bidawîhatina werzê dirûn û wergirtina genim li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hesaba mal û bênderê li hev nehat.

Navendên hikûmeta 511.000 ton genim wergirtine ku pêwîstiya Sûriyê bi 2.200.000 ton genim heye. Wate bi rêjeya 75% kurthênan heye.

Li navçeyên Rêveberiya Xweser jî 388.000 ton genim ji bo ard hatine wergirtin lê pêwîstiya Rêveberiyê bi 600.000 ton heye. Wate bi rêjeya 25% kurthênan heye.

Dr. Ibrahîm Seîd, pisporê Cografyaya Aborî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, Sûriyê girêbestên demdirêj ji bo hawirdekirine genim îmze kirine lewma Sûriyê dê rastî pirsgirêkê neyê ji bo dabînkirina genimê pêwîst.

Pisporê Cografyaya Aborî Dr. Ibrahîm Seîd anî ziman, “Kêmbûna heyî bi hawirdekirinê tê tijîkirin. Girêbestên demdirêj hene, Dewleta Sûriyê ligel Rûsya, û beşek jê ligel Ukrayina û ligel Hindistanê îmze kirine. Wate ji bazara navdewletî ya genim. Tevî ku bihayên genim bilind bûne piştî peteya Corona di destpêkê de û paşê jî bi sedema rewşa Ukrayina. Herwiha jî kêmbûna qebareya genimê firotinê li bazarên navdewletî derbarê vê berhema stratejîk de, lewma biha zêde bûn bi bêhtirî 70 Dolarî bo her tonekê, li hember sala borî.”

Pisporê Cografyaya Aborî Dr. Ibrahîm Seîd diyar kir ku Sûriye dê rastî pirsgirêkê neyê ji bo dabînkirina genimê pêwîst û got, “Niha her tonek genim bi derdora 400 dolarî li bazarên navdewletî tê firotin. Bêguman ev jî li gor corê genim tê guhertin. Wek hûn dizanin hin genim heye ku rêjeya Protîn tê de bilind e. Genim hişk heye, yê ter heye . Lê bi herhal, li gorî baweriya min dê Dewleta Sûriyê rastî pirsgirê neyê ji bo dabînkirina van qebareyên pêwîst. Çima? Ji ber ku girêbestên wê yên demdirêj hene, bi taybet jî ligel Rûsya.”

Li navçeyên Rêveberiya Xweser jî, 388.000 ton genim ji bo ard hatine wergirtin. Lê pêwîstiya Rêveberiyê bi 600.000 ton heye. Wate bi rêjeya 25% kurthênan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst