Tirkiye: 4 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest da

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyeyê PKK HPG Başûrê Kurdistanê Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Metînayê 4 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Wezareta Parastinê Tirkiyeyê li ser operasyonên xwe yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku di operasyona li Metînayê de 4 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.

Herwiha wezaretê îdia kir ku wan di operasyonê de gelek çek û cebilxaneyê hatine bidestxistin.

PKKyê heta niha li ser vê mijarê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Daxuyaniya HPGyê

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKyê ye li ser çalakiyên xwe daxuyaniyek belav kir.

HPGyê ragihand ku gerîlayên wan şeva 9ê Tîrmehê li nêzîkî gundê Kanê yê Amêdiyê barhilgirek hedef girtine ku ji bo leşkerên Tirkiyeyê kelûpelên şer vediguhestin û di çalakiya wan de şofêrê barhilgirê ku leşker bûye bi giranî birîndar bûye û barhilgir jî bi temamî ji nav çûye.

Di heman daxuyaniyê de HPG da zanîn ku gerîlayên wan 10ê Tîrmehê demjimêr 13.00an li ser rêya Bamernê jî wesayîta leşkerî ya Artêşa Tirkiyeyê kiriye armanc û di wê çalakiyê de jî ew wesayita leşkerî bi temamî ji nav çûye.

Çend roj in Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta PKKyê li Başûrê Kurdistanê operasyoneke berfireh a leşkerî daye destpêkirin û ew operasyon berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst