Li gundên Sineyê 73 hezar xanî divê bên nûjenkirin

04-07-2021
RÛDAW
Gundê Nişkaş li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê.
Gundê Nişkaş li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê.
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Sine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li gor amarên fermî 73 hezar xaniyên li gundên wê parêzgehê pêdiviya wan bi nûjenkirinê heye. Beşek ji wan bi şiyanên xwe û beşek din jî bi wergiritina deynên bankî dest bi nûjenkirina malên xwe kirine, lê hejmarek welatî deynên bankî wernagirin ji ber ku dibêjin faîz tê ser û ev jî bi gotina wan heram e.

Biryara nûjenkirin û standartkirina xaniyan li gundên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, ne biryareke nû ye. Li gor amarên Rêveberiya Niştecihkirinê ya Parêzgeha Sine, li gundên wê parêzgehê 120 hezar xanî hene ku 73 hezar ji wan xaniyan kevnin û pêdiviya wan bi nûjenkirinê heye.

Akinciyê gundê Nişkaş, Elî Ebasyan dibêje, wî beriya 28 salan xaniyê xwe ji kevir û daran ava kiriye dibêje, pêwîstiya xaniyê wî bi nûjenkirinê heye lêbelê şiyana wî nebûye ku vê yekê bike.

Rêveberiya Niştecihkirinê ya Parêzgeha Sine ku soz daye deynê bankî bide akinciyên gundan, hewl dide pirsgirêka xaniyên kevin û nestandart çareser bike û dibêje, heta niha 47 hezar kesan ew deyn wergirtiye.

Lê belê hejmarek welatî ji ber wê yekê ku faîz tê ser deyn û dibêjin ew pere heram e, heta niha amade nebûne wî deynî ji hikûmetê werbigrin.

Ehmed Pertewî nîşteciyekî din ê vî gundî dibêje, “ji min re gotin tu dikarî 40 milyon tûmenî werbigrî, lê faîza wê heye, min jî got pêdiviya min pê tune ye.”

Ligel wê jî ew pereyên ku biryar e Rêveberiya Niştecihbûnê ya hikûmetê wek deynê bankî bide gundnişînan, ji ber bilindbûna çend qat a kelûpelên avahîsaziyê di du salên borî de, têra çêkirin an nûjenkirina xaniyan nake.

Di çend mehên borî de beşek ji xaniyên çend gundên Merîwan, ji ber erdhejê, zerar gehiştiye wan, lê hê jî ew metirsiyên heyî nebûne sedema nûjenkirin û standartkirina xaniyan li van gundan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst