Li Merîwanê çalakiya Na jibo kuştina Kolberan

04-07-2021
RÛDAW
Li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, çalakiya Na jibo kuştina Kolberan hat lidarxistin.
Li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, çalakiya Na jibo kuştina Kolberan hat lidarxistin.
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Merîwan Kolber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro hejmarek ji çalakvanên sivîl ên Merîwanê û kolberên navçeyê weke nîşandana nerazîbûnê li hember kuştina kolberan li ser girê Tete yê ser bi navçeya Hewraman çalakiyeke nerazîbûnê saz kirin.

Kolber û çalakvanên beşdar di vê çalakiyê de, dirûşm û siloganên weke “Na Jibo Kuştina Kolberan” û “Na Jibo Kolberiyê” bilind kiribûn.

Herwiha jibo nîşandana êş û zehmetiya kolberan bo peydakirina pariyekî nan bo malbata xwe, hejmarek kolber bi barê li ser pişta xwe tevlî çalakiya nerazîbûnê bûn.

Beşdarên di çalakiya nerazîbûnê de daxwaz ji xelkê sivîl ê Rojhilatê Kurdistanê kirin ku li hember kuştina kolberan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve helwêstekê nîşan bidin. 

Li gor rapora saziyên mafê mirov li Rojhilatê Kurdistanê, di mehekê de 8 kolber li ser sînorên di navbera Rojhilat û Başûrê kurdistanê de bi teqeya hêzên serbazî yên Îranê hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne.

Êvara roja Çarşemê 30 Hezîranê hêzên hikûmeta Îranê li bilindahiyên Tete li sînorê qezaya Sewlava ya parêzgeha Sine teqe li hejmarek kolberên Kurd kirin û di encamê de, “kolberek bi navê Keywan Heqmuradî ê 32 salî hat kuştin û kolberekî din bi navê Sîrwan Texanî birîndar bû ku herdu jî xelkê qezaya Merîwanê bûn.

Êvara heman rojê li sînorê Bane yê parêzgeha Sine jî hêzên Îranê teqe li kolberên Kurd kirin û di encama gulleberdana hêzên Îranê de, “kolberekî xelkê Seqizê yê bi anvê Wahîd Emînzade yê 29 salî birîndar bû.

Roja Duşemê 28ê Hezîranê jî kolberekî din ê xelkê Seqizê yê bi navê Ebûbekir Başbulaxî li heman sînorî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin.

Herwiha roja 26ê Hezîranê jî li ser sînorê navbera Serdeşt û Qeladizê de kolberê Kurd Wahîd Ehmedpûr ku xelkê Serdeştê û bavê sê zarokan bû, bi teqeya hêzên pasevanên sînor ên Îranê canê xwe ji dest da,

Roja Çarşemê 23ê Hezîrana 2021an li sînorê Tete ya qezaya Sewlava kolberekî 40 salî yê bi navê Fehîm Rostemzade û roja 20ê Hezîranê jî kolberek bi navê Seidûn Ehmedî li sînorê qezaya Bane ya parêzgeha Sineyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst