VIDEOWALL - Sîstema Perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê

04-07-2020
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê bi giştî 230,000 xwendekar hene
Li Rojavayê Kurdistanê bi giştî 230,000 xwendekar hene
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sîstema Xwendinê Bakalorya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê biryar hat dayîn ku pola bakaloryayê jî bi zimanê Kurdî bê xwendin.

Sala 2013an piştî ku Rêveberiya Xweser hat ragihandin, waneya Kurdî derbasî nav rêbaza xwendibê bû li Rojavayê Kurdistanê.

Sala 2014-2015an di qonaxa seretayî de xwendin bû bi zimanê Kurdî bi rêbaza Rêveberiya Xweser.

Sala 2016-2017an xwendina bi zimanê Kurdî li qonaxa navîn jî dest pê kir. Herwiha sala 2018an li pola 10 û 2019an li pola 11 xwendina bi zimanê Kurdî dest pê kir û niha amadekarî tên kirin 2020an jî ku biryara Îlonê dibistan vebin, xwendina Kurdî li pola 12an jî dest pê bike.

Li Rojavayê Kurdistanê bi giştî 230,000 xwendekar hene, 3,500 ji wan xwendekarên pola 12an e. Hejmara mamosteyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine tomarkirin 20,000 mamoste ne û 767 ji wan bo pola 12 tên perwerdekirin.

Niha 2,225 dibistan li deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de hene ku ji qonaxên cuda pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst