Artêşa Tirkiyê sînorê Amêdî û Zaxoyê topbaran kir

04-07-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kurdistan Amêdî Kanî Masê PKK Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê îro derdora gundê Bêdhê li sînorê nahiyeya Kanî Masê ya ser bi qezaya Amêdiyê topbaran kir, Rêveberê Nahiyeyê jî dibêje, di encama topbaranê de zirar çê nebûye.

Li gor agahiyan, topbararana bilindahiyên derdora gundê Bêdhê îro demjimêr 16:30 dest pê kiriye û heta demekê berdewam bûye.

Rêveberê Nahiyeya Kanî Masê, Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand, Tirkiyê Çiyayê Şaran li derdora gundê Bêdhê topbaran kir.

Serbest Sebrî diyar kir, “di encama topbaranê de ti zirar çê nebûn, lê belê bû sedema tirs û dilgiraniyê di nava akinciyên deverê de.”

Artêşa Tirkiyê herwiha îro çiyayên Şaqol û Xamtîr li sînorê qezaya Zaxoyê jî topbaran kirin.

Rêveberê Nahiyeya Derkar a ser bi Zaxo ve, Zêrevan Mûsa ji Rûdawê re got: “Îro topxaneyên Tirkiyê du caran li ser hev Çiyayê Şaqol li nêzîk gundê Bosliyê û Çiyayê Xamtîr topbaran kirin, ji ber topbaranê ti zirar çênebûn, lê dengê topbaranê xelkê navçeyê tirsandiye.”

Ji destpêka operasyona Tirkiyê bo ser pêgehên PKKê li nav sînorê Başûrê Kurdistanê, heta niha 4 kesên sivîl li sînorê qezaya Amêdiyê canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê vê mehê de jî operasyona “Çengê Piling’ li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî. Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batûfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e.

Li gor zanyariyên ji berpirsên îdarî û serbazî yên parêzgeha Duhokê, artêşa Tirkiyê li sînorê nahiyeyên Derkar û Batîfa yên Zaxoyê bi kûrahiya di navbera 15 heta 30 kîlometran hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê.

Pêştir Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Lîwa Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihandibû, Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 heta 40 kîlometran û artêşa Îranê jî bi kûrahiya 10 kîlometran sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên serbazî, ji destpêka operasyona nû ya Tirkiyê ve, serbazên Tirkiyê li 12 cihên nû yên stratejîk li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê bicih bûne.

Niha hikûmeta Iraqê hêzên Zêrevanên Sînor li pênc cihên stratejîk li sînorê nahiyeyên Batîfa û Derkarê û nêzîkî wan navçeyên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne bombebarankirin, bicih kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst