Li Kirmaşanê li pey hev erdhej

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Rojhilatê Kurdistanê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê du erdhej li pey hev çêbûn. Derbarê zirarên erdhejan de hêj ti zanyarî nehatine ragihandin.

Li gor raporta Navenda Tomarkirina Erdhejan a Zanîngeha Tehranê, îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an di demjimêr 08:21an de li gor dema Îranê, erdhejek li parêzgeha Kirmaşanê çêbûye.

Navenda Tomarkirina Erdhejan a Zanîngeha Tehranê ragihandiye, erdhej bi hêza 4.7 pileyê Rîxter û navenda wê li bajarokê Gaware yê ser bi navçeya Dalaho li rojavayê parêzgeha Kirmaşanê bûye.

Hatiye ragihandin ku erdhej di kûrahiya 8 kîlometriya erdê de çêbûye.

Li gor zanyariyan, nîv demjimêrî piştî erdheja yekem, erdhejek din bi hêza 4 pileyê Rîxter li herêmê çêbûye. Navenda wê erdhejê jî li navçeya Dalaho û di kûrahiya 5 kîlometriya erdê de bûye.

Heta niha ti zanyarî derbarê zirarên herdu erdhejên îro yên li Kirmaşanê nehatien belavkirin.

Dalaho navçeyeke ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve ye ku hejmara nişteciyên wê zêdetirî 40 hezar kesan e û 100 km ji navenda bajarê Kirmaşanê dûr e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst