Di ser Komkujiya Dêrsimê re 86 sal derbas bûn

04-05-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Dêrsimê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dewleta Tirkiyê li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê 86 sal berî niha komkujieyeke mezin dijî Kurdan pêk anî. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza dest bi şoreş û serhildanê kiribûn. Di ser Komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyê hatibû wergirtin 86 sal derbas bûn.

86 sal berî niha Dewleta Tirkiyê li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê komkujieyeke mezin dijî Kurdên Elewî kir. Roja 4ê Gulana 1937an bi destê desthilata wê demê ya Tirkiyê CHPê li Parlamentoya Tirkiyê biryara “Tevgera Sirgûnkirina Dêrsîmê” (Tunceli Tenkil Harekâtı) hat wergirtin û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsîmê pêk hat.

Roja 4ê Gulanê wek salvegera Komkujiya Dêrsîmê tê qebûlkirin û her sal di 4ê Gulanê de li bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê çalakiyên bîranînê tên kirin.

Îro 4ê Gulanê di demjimêr 19:37an de wek amaje bi Komkujiya Dêrsimê ya sala 1937an, li Dêrsim, Îzmir, Bursa, Enqere, Mêrsîn, Edenê û Stenbolê bîranînên hevwext tên kirin. Herwiha li gelek bajarên Ewropayê jî çalakiyên bîranînê têne kirin.

Li gor amarên fermî di Komkujiya Dêrsimê de ku heta dawiya sala 1938an berdewam kir, 13 hezar û 160 kes hatin kuştin û 11 hezar 818 kes hatin sirgûnkirin.

Seyîd Riza û hejmarek kesayetiyên navdar ên Dêrsimê 15ê Mijdara 1937an li Xarpêtê hatin darvekirin lê hejmara kuştî, sirgûnî û gundên hatin wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir bûn.

Belgefîlma "Domane 38" ku ji devê kesên bûne şahidê komkujiya Dêrsimê ya di salên 1937-38an de ku weke “lekeyeke reş” ketibû dîroka mirovahiyê, di Rûdaw TV de hat weşandin.

Belgefîlma "Domane 38" ku ji aliyê rojnamevan û nûçegihanê Rûdawê Elî Haydar Gozlu ve di nav 6 mehan de hatiye girtin, yek ji belgefîlmên Rûdaw yên ku gelekî girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst