AK Partiyê li Wanê kir, CHPyê xwest li navçeya wê bike

04-04-2024
RÛDAW
Nîşan Wan CHP Mehmûdiye DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehmûdiyeyê ya Wanê, Şaxa CHPyê ji bo betalkirina mazbataya namzedê DEM Partiyê serî li Lijneya Hilbijartinan a Mehmûdiyeyê da.

Lê serlêdana CHPyê hat redkirin.

Li gorî encamên nefermî di hilbijartinên 31ê Adarê de li navçeya Mehmûdiyeyê Namzedê DEM Partiyê Davut Acar bi rêjeya ji sedî 51,16an bi ser ket û wekî Şaredarê Mehmûdiyeyê hat hilbijartin.

Namzedê CHPyê Kemalettin Araci jî bi rêjeya ji serdî 28,29an bû duyem.

Şaxa CHPê ya Mehmûdiyeyê li dijî serkeftina DEM Partiyê serî Lijneya Hilbijartinan a Mehmûdiyeyê da û xwest ku eger derbarê wî cezayek hebe mazbataya Davut Acar bê betalkirin.

“Bila lêkolîn li ser namzedê DEM Partiyê bê kirin”

CHPyê di serlêdana xwe de ragihand:

“Em wekî Partiya Gel a Komarî li navçeya Mehmûdiyeyê ya Wanê beşdarî hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adarê bûn.

Li gorî encamên hilbijartinê em dixwazin lêkolîn bê kirin û bê zanîn astengiyeke darazê ya li pêş hilbijartina rikeberê me yê berbijêrê DEM Partiyê Davut Acar ku di doza terorê de hatibe darizandin heye.

Eger hatibe darizandin û mafên wî yên qedexekirî hebin, mafê wî yê karmendiya fermî heye yan nîne bê lêkolînkirin û eger tiştekî wiha hebe mazbataya wî bê betalkirin.”

Lijneya Hilbijartinan a Mehmûdiyeyê ji ber ku “cezayekî wî yê ku hatiye erêkirin nîne” daxwaza CHPyê ya betalkirina mazbataya Davut Acar red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst