DEM Partiyê cara yekem Şaredariya Mûşê stand

04-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê DEM Partiyê yê Şaredariya Mûşê Sirri Soylemezê ku di hilbijartina 31ê Adarê de bi ser ketibû mazbataya xwe stand.

Berbijêrê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Soylemez bi berpirs û endamên DEM Partiyê yên Mûşê re çû Lijneya Hilbijartinan a Bajêr û mazbataya xwe stand.

Sirri Soylemez piştî wergirtina mazbatayê bi endamên partiya xwe re wêne girt û da zanîn ku mazbataya ku standiye encama keda gel e.

Soylemez diyar kir ku armanca wan xizmetkirina gel e û wiha got:

“Em ji bo xizmetê derketin rê. Ji bo xizmeta heq, ji bo gelê me, çi ji destê me bê em dê bikin. Ez spasî û rêzdariya xwe ji hemû gelê Mûşê re radigihînim.”

Bebijêrê DEM Partiyê Sirri Soylemez di hilbijartinên 31ê Adarê de ji sedî 42.88ê dengan bi dest xistibû.

Li aliyê din Berbijêrê AK Partiyê Feyat Asya jî ji sedî 25.27ê dengan bi dest xistibû.

Serkeftina DEM Partiyê li Mûşê wekî yekem serkeftina DEM Partiyê û partiyên heman xeta siyasî tê tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst