Li Şirnexê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da

04-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qilaban a ser bi Şirnexê li Bakurê Kurdistanê, barhilgirek û otomolîk li hev qelîbin. Di encama bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan îro Sêşemê 4ê Nîsana 2023yan li navçeya Qilabanê ser bi parêzgeha Şirnexê barhilgira Husamettin Hamarat diajot û otomobîla ku Abdulkerim Urun diajot li hev dan.

Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên cenderme û tendirûstiyê çûne cihê bûyerê.

Herdu şofêr û welatiya bi navê Esmer Urun a di otomobîlê de birîndar bûn.

Birîndar ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Qilaban a Dewletê hatin veguhestin, lê tevî midexaleyên tendirustî ji ber dijwariya birînên xwe ji mirinê rizgar nebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst