Li Urmiyeyê dibistaneke keçan şewitî: Xwendekar bi jehrê ketin

04-03-2024
RÛDAW
Nîşan Urmiye Agir Dibstan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê, agir bi dibistaneke amadehiyê ya keçan ket û 18 xwendekar ji bir dû bi jehrê ketin.

Serokê Saziya Agirvemirandinê ya Urmiyeyê Husên Serbaz ragihand ku îro sibê li wî bajarî agir bi Dibistana Şahêdê ya li taxa Abyariyê ket.

Husên Serbaz diyar kir ku li poleke dibistanê, agir ji ber elektrîkê derketiye û tîmên wan kariye bi lez agir vemirînin.

Husên Serbaz herwiha da zanîn ku ti xwendekarek neşewitiye lê ji ber agir 18 xwendekar bi jehrê ketin.

Bi gotina Serbaz tîmên tenduristiyê ew xwendekar veguhastin nexweşxaneyê û rewşa wan jî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst