Ozgur Ozel: Divê ji doza Tahîr Elçî dadperwerî derkeve

04-03-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ozgur Ozel
Ozgur Ozel
Nîşan Tahîr Elçî Amed Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştin li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran pêk hat. Parlamenterên CHPê, HDPê, DBPê, hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî û serokên baroyên hin bajaran jî di rûniştinê de amade bûn. Dadgehê derbarê wan polîsan de biryara qedexeya derketina derveyî welat da û rûniştin ji bo 14ê Tîrmehê paş xist. Cîgirê Serokê Fraksiyona CHPê jî dibêje, “Tahir Elçî qasidê aştiyê bû. Divê ji vê dozê muheqeq dadperwerî derkeve.”

Cîgirê Serokê Koma CHPê li Parlamentoya Tirkiyeyê Ozgur Ozel jî ji Enqereyê hate Amedê û xwest rûniştinê ji nêz ve bişopîne. Ozel, da zanîn eger dewlet di vê dozê de berpirsyariya xwe bi cih bîne, dê bikaribe şik û gumana ji ser xwe rake.

Ozgur Ozel, Cîgirê Serokê Koma CHPê li Parlamentoya Tirkiyê, got, “Tam piştî 6 salan îro rûniştina duyemîn pêk tê. Piştî 4 sal û nîvan lêpirsîn û doz hatin vekirin. Heta niha ji vê keysê 3 serdozger, 5 dozger hatine guhertin. Ez vê yekê bi bîr bixim. Îro pêşketineke baş çêbû. Şanda dadgehê dev ji xeletiyên xwe yên rûniştina yekemîn berda. Tahir Elçî qasidê aştiyê bû. Kesekî pir navdar bû. Divê ji vê dozê muheqeq dadperwerî derkeve.”

Nûnerên hin sazî û dezgehên sivîl jî di rûniştinê de amade bûn. Yek ji wan jî Dîrektorê Ragihandinê yê Rêxistina Efûya Navneteweyî Tarik Beyhan bû. Li gorî nûnerê vê rêxistinê keysên wiha pir bi derengî bi encam dibin û ew hêvî dikin keysa Tahir Elçî zûtir bi encam bibe.

Tarik Beyhan, Dîrektorê Ragihandinê yê Rêxistina Efûya Navneteweyî , diyar kir, “Bertawan hê jî bi riya deng û reng tevli rûniştinê dibin mixabin. Di rûniştina berê de li ser vê sîstemê pir biçûk xuya dikirin û nedixuyan. Me nedizanî ka li wir in an na. Niha piçek mezintir xuya dikin lê mixabin dîsa jî ev pirsgirêk berdewam dike. Deng naçe wan û dengê wan baş nayê. Ev jî rê nade ku rûniştin baş bi rê ve biçe.”

Di rûniştina yekemîn de dadger mafê axaftinê nedabû hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî û gefa derxistina wê ya ji salona rûniştinê lê xwaribû. Lê ev rûniştin li gorî ya berê bi aram derbas bû. Derbarê 3 polîsên bertawanên kuştinê de biryara qedexeya derketina derveyî welat hate dayîn.

Neşet Gîrasûn,  Parêzerê Malbata Tahir Elçî, ragihand, “Kêmasiya herî mezin îro jî her sê polîs, her sê gumanbar li dadgeha Diyarbekirê nebûn. Yek li Meletiyê, yek li Elezîzê û yek jî li Hetayê, li Hasayê bû. Gerek ev hersê gumanbar jî li Diyarbekirê bûna, li salona rûniştinê bûna. Ev kêmasî gelek mezin e. Rû bi rû me pirsên xwe bikira baştir dibû. Ji ber ku li ser ekrana SEGBÎSê ev danûstandin baş nayê kirin. Ev kêmasiyeke mezin bû.”

Di rûniştina doza Tahir Elçî de dadgehê tenê Baroya Amedê, hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî, birayên Elçî Omer û Mehmet Elçî weke şahid û zirarmendê dozê pejirand. Daxwaza alîbûna baroyên li derveyî Amedê ji aliyê dadgehê ve nehate pejirandin. Dadgehê rûniştina dozê taloqê 14ê tîrmehê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst