Hewlêr (Rûdaw) - CENTCOMê ragihand ku li nêzîkî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê 5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn ku li baregehên çekdarên DAIŞê yên li derdora bajarê Kerkûkê di êrişeke balafirên şer de 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
CENTCOMê diyar kir ku êriş 31ê Kanûna Paşîn hatiye kirin û hêzên ewlehiyê yên Îraqê pêk aniye.
CENTCOMê her wiha amaje pê kir ku hemû operasyonên li dijî DAIŞê yên li Îraqê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên wî welatî ve tên kirin û armanca wan têkbirina şaneyên razayî yên DAIŞê ye.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bi rêya dayîna zanyariyên îstixbaratî û pêşkêşkirina alîkariyên teknîkî piştgiriya operasyonê kiriye.
CENTCOMê ragihand ku ew dê ji bo parastina ewlehiya herêmê û Amerîkayê li gel hevpeymanên xwe di êrişên li dijî DAIŞê de berdewam bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse