ÎRAyê ji ber kanalên kurdî RTUK şermezar kir

03-10-2017
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Însiyatîfa Rojnamegerên Azad ÎRA RTUK
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) derxistina Rûdaw TV, Waar TV û K24 TVê ji aliye RTUKê ve bi tundî şermezar kir.


Însiyatîfa Rojnamegerên Azad rapora meha îlonê ya binpêkirina mafên rojnamevana ligel daxuyanikê belav kir.


Di daxuyaniya de hatiye gotin: “Tê zanîn ku herî zêde yê ku şer dişopîne û diaxiva saziyên rojnamegeriyê ne. Ev mafeke jêneger ê rojnamegeran e. Li Tirkiyeyê jî deshilatdarî her roj aştiyê dieciqîhe  û şer jî dizêrîne. Ew deshilatdariya ku hem şer pîroz dike û hem jî nexwaze kes şerê ku dike bibihîze teqez dê neyarê rojnamegeran be. Ji ber vê ye dawiya meha Îlonê di girtîgehên li Tirkiyeyê de 176 rojna hene.”


Însiyatîfa Rojnamegerên Azad amaje bi vê yekê dike ku berya Tirkiyê hikumeta AK Partiyê li dij Herêma Kurdistanê dest bi şer bike weke “guleya destpêkê” biryara girtina çapameniyê daye.


Derxistina Rûdaw TV, Waar TV û K24 TV ji Turksatê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad bi tundî şermezar dike û radigihîne: “Taybetî jî weşanên heremê yên weke televîzyona Rûdaw TV, Waar TV û K24 TV ji aliye RTUKê ve bi kelecaneke lez û bez ji satalayta Turksatê hatine derxistin. Ev ne biryareke RTUKê ye. Ev helwest, helwesta derdorên ku biryara şer didin bi xwe ye. RTUKê jî fermana wan pêk anî. Bi vê pêkanîna fermanê RTUKê nîşan da ku ew ne saziyeke çapameniyê ye. Wî bi vê biada xwe destnîşan kir ku ew kozika wan a şer a pêşîn e.”


Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: “Bi girtina hêjmara zêde ya rojnamegeran li Tirkiyê û li tu welateke din ê cîhanê nabuye bingeha afirandina aştî û aramiyê. Bi van rêbazan li qadên jiyanê pêşketin pêk nehatiye. Berovajî di hemû qadên jiyanê de rewş hê pirtir ber bi alozî û kambaxiyê ve çûne. Ev jî destnîşan dike ku riya rast ev e ku hemu rojnameger ji girtîgehan bên berdan.”


Însiyatîfa Rojnamegerê Azad dibêje divê demildest hemû rojnameger serbest bên berdan û derfetê xebatê yên azad ji bo çapameniyê bê avakirin û heke ev şert û merc pêk bên jixwe ne pêkan e ku desthilatdariyek ango aliyek cesaret bike û bi serê xwe biryara şer bide.


Di dawiya daxuyaniyê de  jî Însiyatîfa Rojnamegerên Azad destnîşan dike ku bi tu awayî ji çapameniya azad tavîz nadin û rojnamegerî ne suc e û ew dê heta dawiyê rojnamegeriyê bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst