Sîdekan - Ji ber topbaranê sivîlek hat kuştin

03-09-2024
RÛDAW
Nîşan Şerê PKK û Tirkiyeyê Sîdekan Soran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Çiyayê Sinînê yê Sîdekanê di topbarana artêşa Tirkiyeyê de kesekî sivîl hat kuştin. 

Şerê PKK û Tirkiyeyê li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Birêvebirê Nexweşxaneya Sîdekanê Karwan Feysel ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku topek li sivîlê bi navê Bedî Kemal Mihemed û wî canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê Bedî Kemal Mihemed e û sala 1995an ji dayik bûye.

Karwan Feysel da zanîn ku ew dê cenazeyê Bedî Kemal Mihemed bişînin nexweşxaneya Tiba Dadî ya Soranê.

Li gorî zanyariyan, topbaran saet 16:00an bûye û topek li mala Bedî Kemal Mihemed ketiye.

Bedî Kemal Mihemed ji bo ajeldarî û cotkariyê li herêmê bûye.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ji Rûdawê re eşkere kir ku ji destpêka 2024an heta niha 10 sivîlan ji ber operasyonan canê xwe ji dest daye û 2 sivîl jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst