Hûrgiliyên bûyera Hewlêrê: Mêrekî her du hevjînên xwe jî kuştibûn

30-07-2023
RÛDAW
Li aliyê çepê: Her du jinên ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin
Li aliyê çepê: Her du jinên ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin
Nîşan Soran Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Soranê ya Hewlêrê 2 jin ji aliyê hevjînê xwe ve bi guleyan hatibûn kuştin.

Cîranên wan anîn ziman ku wî kesî beriya niha jî yek ji wan jinan şewitandibû. Apê yekê ji wan jinên ku hatine kuştin xwest di demeke kurt de kujer bê darvekirin.

Li taxa Kaniyê ya navenda Soranê duh danê sibehê bûyereke dilhezîn rû da. Kesekî bi navê S.S, 2 hevjînên xwe dema ew di xew de bûn bi guleyan kuştin û xwe radestî polîsan kir.

Dîmen Mehmûd (36) sala 2002yan bi wî kesî re zewicî bû û dayika 5 zarokan bû. Wî kesî Zuleyxa Xano (34) ya dayika du zarokan jî sala 2013an wek hêwî anîbû ser Dîmen Mehmûdê.

“Berê yek ji wan jinan şewitandibû”

Cîranên wan Abdulcebar Îsa diyar kir ku mêrik bi hevjînên xwe re ne baş bû û got:

“Berê yek ji wan jinan şewitandibû. Li vir qanûn nîne, heger hebûya dê kesên wek wî bihatana darvekirin.”

Cîraneke wan a bi navê Sanriye Hemed jî gilî kir ku kesên sûcên wiha kirine bê ceza dimînin û anî ziman:

“Wan digire û di girtîgehê de xwedî dike, piştre dibêje nexweşiyên wan ên derûnî hene û wan berdide. Eger wiha bidome, dê kesekî din tiştekî xerabtir bike.”

Abdullah Xakurkê apê yekê ji wan jinên ku hate kuştin xwest ku S.S bi awayekî herî giran bê cezakirin û got:

“Niha radestî polîsan bûye. Radestbûn çi ye, bila li vir bikujin, kes nikare tiştekî jî bêje.”

“Rewşa wî ya derûnî nebaş bûye”

Xizmên S.S amaje bi wê yekê kirin ku ew berê Pêşmerge bûye û 25 salan xizmet kiriye lê ji ber ku 2 sal in ji kar hatiye dûrxistin rewşa wî ya derûnî nebaş bûye.

Barzan Selîm ê birayê wî kesê ku her du hevjînên xwe jî kuştin jî got:

“Ez çûm û min ji Zêrevaniyê xwest ku çareyekê ji birayê min re peyda bike lê wan got ku ew ji kar hatiye dûrxistin. Piştre her ku çû rewşa derûnî ya birayê min xirab bû.

Ez bi xesûya wî re çûm dadgehê û min ji dadger re got ku ez nikarim ji birayê xwe piştrast bim. Piştî hefteyekê polîsan ragihand ku derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn û dê bê girtin.”

Nîhad Selîm ê ku ew jî birayê wî kesî ye got:

“Polîs du sê rojan hatin û xala pişkinînê danîn û çûn. Ez û birayê xwe heta demjimêr 01.00ê bi polîsan re di kemînê de bûn.

Me got ji bo ku em wan jinan rizgar bikin, berê em ê bikevin hundir û wî bigirin.”

Li aliyê din, li Herêma Kurdistanê di nava 24 demjimêran de 6 kes bi hincetên cuda hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst