Ji Cemîl Bayik derbarê Ocalan de pêşniyareke nû

03-07-2019
RÛDAW
Nîşan Cemîl Bayik Pêşniyar Abdullah Ocalan The Washington Post
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik pêşniyar dike ku ji bo agirbesteke demdirêj, divê Abdullah Ocalan bi silametî, ji Îmraliyê derbasî girtîgeha malê were kirin.

 

Di gotarekê de ku di rojnameya The Washington Post a Amerîkî de hatiye belavkirin, Cemîl Bayik dibêje, niha derfeteke baş heye, ji bo ku dawiyê li şer bînin, û eger vê derfetê ji dest bidin, dibe ku nifşekî din jî, ji herdû aliyan nikaribin vê rewşê çareser bikin.

 

Cemîl Bayik anî ziman, ku Abdullah Ocalan danûstandinkarê wan yê sereke ye, û ew piştevaniya hemû peyamên wî yên vê dawiyê dikin.

 

Bayik dibêje, ji bo agirbesteke demdirêj, divê Abdullah Ocalan bi silametî, ji Îmraliyê derbasî girtîgeha malê were kirin.

 

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê Cemîl Bayik got, ku divê civaka navdewletî piştevaniya encaman bikin û alîkarê çareseriyê bin.

 

Cemîl Bayik dibêje, ku eger Tirkiyê pirsa Kurdî çareser bike, ew ê gaveke baş di warê demokrasî, aramî û aştiya Rojhilata Navîn de bavêje, lê Tirkiyê naxwaze pirsa Kurdî çareser bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst