COLEMÊRG – Polîsan bi ser şaredariyê de girt: Hevserok hat desteserkirin!

03-06-2024
Nîşan Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsan doh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir, serê sibehê jî bi ser şaredariyê de girt. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bi sedan polîsan doh bi şev dora saet di 23.00yan Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir.

Kolana ku şaredarî lê ye û hemû kolanên li derdorê ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Hat îdiakirin ku piştî dorpêçê vê sibehê serê sibehê deriyên şaredariyê hatine şikandin, bi ser şaredariyê de hatiye girtin.

Mehmet Siddik Akiş hat desteserkirin

Hat zanîn ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hatiye desteserkirin.

DEM Partiyê daxuyanî da

Li hêla din, DEM Partiyê piştrast kir ku polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtiye û Mehmet Siddik Akiş hatiye desteserkirin û got:

“Em vê têgihiştina qeyûmparêz red dikin. Gelê me 31ê Adarê bi rêyeke demokratîk nîşan da ku vê zîhniyeta qeyûmparêz nas nake.”

DEM Partiyê bang kir ku hemû kes helwesta xwe ya li beramberî vê yekê nîşan bide.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê de Şaredariya Colemêrgê standibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst