Li Mereşê agir bi Santrala Berhemanîna Elektrîkê ket

03-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Santrala Berhemanîna Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê agir bi Santrala Berhemanîna Elektrîkê ya Afşîn-Elbistan B ket û kar û xebata vemirandina agir berdewam e.

Li gor agahiyan îro Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an li parêzgeha Mereşê ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi Santrala Termikê ya Afşîn-Elbistanê ketiye ku nêzîkî 20 salin elektrîkê berhemtîne û 4 beşan pêk tê.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê û midexaleya agir berdewam e. 3 helîkopter jî beşdarî karê vemirandinê bûne.

Li gor zanyariyan di erdhejên navend Mereşê yên 6ê Sibatê de zerar li santralê bûye û 10ê Gulanê de kar û xebatê başkirinê hatine kirin. Hêza her beşekî santralê 360 megavat e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst