Parêzgariya Wanê rê bi ahenga zimanê Kurdî neda

03-06-2021
RÛDAW
Nîşan Wan Cizîr Amed Zimanê Kurdî Tora Çand û Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Çand û Zimanê Kurdî berî niha aşkere kiribû ku ew dê li Wanê taybet ji bo zimanê Kurdî ahengekê saz bikin, lê parêzgariya wî bajarî rê bi wê ahengê neda.

Tora Çand û Zimanê Kurdî berî niha aşkere kiribû ku ew dê li bajarên Amed, Cizîr û Wan ên Bakurê Kurdistanê ahengan saz bikin.

Tora Çand û Zimanê Kurdî aşkere kiribû ku ew aheng dê di çarçova helmeta komkirina îmzeyan ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, dê bên sazkirin.

Li gor bernameya hatiye ragihand, 3ê Hezîranê li Cizîrê, 4ê Hezîranê li Wanê û 6ê Hezîranê jî li Amedê bi dirûşma `Zimanê Kurdî Bila Bibe Zimanê Fermî û Perwerdehiyê` aheng dê bên sazkirin.

Lê Parêzgariya Wanê di daxuyaniyekê de ragihand ku encamdana her cor çalakiyan bo heyama 15 (1-15 Hezîran) rojan hatine qedexekirin û bi vê hincetê jî rê bi ahenga ji bo zimanê Kurdî neda.

Ev yek di demekê de ye ku heyamek e dirêj e, li bajarên Bakurê Kurdisanê berdewam qedexeya encamdana çalakiyan tê ragihandin û dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst