Silêmanî: Cenazeyên 4 çiyagerên bi ber avê ketibûn hatin dîtin

03-05-2024
RÛDAW
Nîşan Qeredax Silêmanî Çiyager
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî navçeya Qeredaxê ya parêzgeha Silêmaniyê 4 endamên komeke çiyageriyê bi ber avê ketibûn.

Qaymeqamê navçeya Qeredaxê Reûf Kemal îro Rûdawê re ragihand ku ew 4 endamên koma çiyageriyê xeniqîne.

Li aliyê din, Berdevkê Parastina Sivîlan a Silêmaniyê Aram Elî jî da zanîn:

“Koma çiyageran a Segirmeyê ku ji 12 kesan pêk dihat, em nizanin çaran ji wan bi avjeniyê nizanibû yan jî lehiyê ew bi xwe re birine.”

Qaymeqamê navçeya Qeredaxê Reûf Kemal herwiha got:

“Tîma çiyageran ji Silêmaniyê hatiye û destpêkê çûne gundên Belxeya Xwar û Serê.

Ew piştre çûne gundê Awespiyê û li wir ber ava lehiyê ketine.”

Qeymeqamê Qeredaxê herwiha da zanîn, wan berê ji komê xwe re gotibû heger diçin wan deran agahdar bikin da ku ew tîmeke alîkariyê bi wan re bişînin lê ew bêyî agahiya rayedaran çûne.

Tîma hawarçûnê ya navçeya Qeredaxê çûye cihê bûyerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst