Asayîşa Hewlêrê dest bi ser peykerê bazekî de girt ku bihayê wî 70 hezar dolar e

03-05-2023
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Asayîşa Hewlêrê dest bi ser peykerê bazekî de girt ku bihayê wî 70 hezar dolar e
Asayîşa Hewlêrê dest bi ser peykerê bazekî de girt ku bihayê wî 70 hezar dolar e
Nîşan Peykerê Baz Asayîşa Hewlêrê Zêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa Hewlêrê berî 9 mehan dest bi ser peykerê bazekî de girtiye ku bihayê wî 70 hezar dolar e û heta niha jî nayê gotin ku ew peyker li ku derê tê ragirtin.

Osman Kemal Osman Axa ango bi nasnavê Kardo peykerê bazekî ku ji zîv, zêr û elmasan çêkiriye, 9 meh berê Asayîşa Giştî ya Hewlêrê dest bi ser peyker de girtiye.

Kardo bi xwe xelkê Hewlêrê ye û ji sala 1998ê ve li Brîtanya dijî. Kardo piştî ku di nava 8 mehan de peykerê baz li Hewlêrê temam dike, ji bo bifroşin radestî 3 hevalên xwe dike û ew bi xwe jî vedigere Brtîanyayê.

Peykerê ku ev 5 salan bûn nedihat firotin, ji bo wî di Tebaxa 2022an de bikirek derket. Dema ku 3 hevalên Kardo ji bo hevdîtinê diçûn ba bikirrê peykerî, hersê hevalên Kardo ligel bikir ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve tên desteserkirin û herwiha asayîş dest bi ser peyker de jî digire.

Kardo ji Rûdawê re got: “Kesên ku dest danîn ser peyker yekser gotin, ‘emanetê Xwedê bin û xatirê xwe ji peyker bixwazin.’ Bi gotineke din, mebesta wan ji kêliya ewil dest danin li ser keda min bû.”

Kardo, anî ziman ku 3 hevalên wî yên hatin desteserkirin 3 meh şûnde bêyî ku ji wan re bê gotin bi çi sûcdar in, tên berdan, lê peyker radestî wan nehatiye kirin.

Kardo diyar kir ku ji bo peyker vegerîne gelek hewl dane û got: “Ev 8 meh in ez diçim û têm, wekî topa futbolê ligel min dilîzin. Min malbata xwe jî îhmal kir, lê heta ez keda destê xwe venegerînim dev jê bernadim. Hikûmet an dê ragihîne ku wan dest daniye ser peykerê min an jî dê bêje sûcê min çi ye.”

Peykerê ku giraniya wê 5 kîlo û 700 gram e, ji zîv hatiye çêkirin, paşê di nav ava zêr de hatiye danîn û bi elmasan hatiye xemilandin. Kardo dibêje 70 hezar dolar li wî peykerî çûye.

Hevalê Kardo, Mueyîd Mistafa yê hatibû desteserkirin jî dibêje: “Ne Asayiş dibêje peyker li cem wan e, û ne jî dadwerî. Peyker hatiye dizîn? Gilîyek li ser me heye? Ma çêkirina peykeran qedexe ye? Bersiva yek ji van pirsan nadin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê bidest xistine, bi biryara dadwer ew peyker li Asayişa Giştî ya Hewlêrê tê ragirtin.

Kardo her wiha da zanîn ku haya wan jê çêbûye ku hewl dane peyker li bazara Hewlêrê bifiroşin.

Kardo ku çend caran bi nivîskî daxwaza vegerandina peykerê xwe kiriye, lê tu bersiv nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst