Birayê Şivan Perwer bi Coronayê jiyana xwe ji dest da

03-04-2021
RÛDAW
Nîşan Şivan Perwer Azîz Aygun Corona Ruha Kurdistan Covid-19
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê hunermendê Kurd Şivan Perwer, bi Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Azîz Aygun, birayê hunermendê navdar ê Kurd Şinvan Perwer, di 65 saliya xwe de bi vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Li gor malperên xwecihî, Azîz Aygun, li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî dê li Ruhaya Bakurê Kurdistanê bi axê bê spartin.

Azîz Aygun ku wek karsazekî di gelek projeyên civakî û sivîl de cih girtibû, ev demek bû bi vîrusa Coronayê ketibû û li Belçîkayê çareserî werdigirt.

Li gor zanyariyan, cenazeyê Azîz Aygun dê roja Duşemê, li goristana li navçeya Wêranşar a Ruhayê bi axê bê spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst