Li Deryaya Egeyê di 5 rojan de 400 erdhej çêbûn

03-02-2025
RÛDAW
Nîşan Deryaya Egeyê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  AFADê ragihand ku li Deryaya Egeyê di 5 rojan de zêdeyî 400 erdhejan çêbûne û ya herî mezin 4,8 pile bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) derbarê erdhejên li Deryaya Egeyê daxuyaniyek belav kir.

AFADê rewş wekî "bahoza erdhejan" bi nav kir û got ku di navbera 28ê Kanûna Paşîn û 3yê Sibata 2025an de li Deryaya Egeyê zêdeyî 400 erdhejan çêbûne.

Her wiha hat diyarkirin piraniya erdhejan nêzîkî Girava Santoriniyê ya Yunanistanê ne û erdheja herî nêzîk 140 kîlometreyî nêzîkî sînorê Tirkiyeyê çêbûye.

Li gel vê yekê hişyarî hat dayîn ku welatî guh nedin agahiyên şaş ên ku li ser medyaya civakî tên belavkirin û ew dê agahiyên rast belav bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst