Li Erziromê esnaf ji ber sermaya zêde bêzar bûne

03-02-2024
RÛDAW
Li Erziromê esnaf ji ber sermaya zêde bêza bûne
Li Erziromê esnaf ji ber sermaya zêde bêza bûne
Nîşan Erzirom Serma Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, esnafên bazara gel ji ber sermaya zêde bêzar bûne.

Bi zivistanê re yek ji herêmên herî zêde berf lê dibare û sar dibe Erziroma Bakurê Kurdistanê ye.

Sir û sermaya ku çend roj in herêm daye ber xwe esnafên bazarê bêzar kirine. 

Esnaf, ji bo xwe ji sermaya dijwar biparêzin serî li rêbazên cûda didin

“Min 8 bilûz, 5 eşofman li xwe kirine”

Esnafê ji Erziromê Cahît Tarakçi got:

Xwegermkirin gelekî zehmet e. Min niha 8 bilûz û derdora 5 eşofmanan li xwe kirine.”

Bi şev, li Erziromê germa 25 heta 30 pileyî dikeve jêr sifrê, bi roj jî 15 pile dikeve jêr sifrê.

Sermaya zêde bûye sedem ku beşek ji wan esnafan nikaribin dezgehên xwe vekin.

“Ji sedî 80yê esnafan ne li vir in”

Esnafê bi navê Murat Soylemez jî got, “Hewa sar e û niha derdora ji sedî 80yê esnafên me ne li vir in.”

Sermaya zêde ji bilî esnafan bandorê li berhemên wan jî dike.

Ji bo wan ji sermayê biparêzin neçar in an çadiran vedin an jî berdewam agir pêxin.

Esnaf Adurrahîm Açar diyar kir ku  gelek pirsgirêkên wan hene û got:

“Di esnafiya bazêr de 3 heta 4 mehên me yên bi êş hene lê spas bo Xwedê em îdare dikin. Ji bo nanê xwe em neçar in derkevin.”

Erzirom yek ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku zivistana wê dijwar e.

Zivistanan derdora 6 mehan berf li parêzgehê dibare û sir û sermaya wê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst