Mesrûr Barzanî: Xwişk û birayên me yên Êzidî pêşwazî li kuştina Qureyşî dikin

03-02-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Êzidî Xelîfeyê DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “xelkê me û xwişk û birayên me yên Êzidî pêşwazî li kuştina `Xelîfeyê DAIŞê` dikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden îro ragihand, di operasyona dijî terorê ya hêzên wan de a li parêzgeha Idlibe ya Sûriyê, Serkirdeyê DIAŞê yê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî hatiye kuştin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê derbarê kuştina `Xelîfeyê DAIŞê` de peyamek belav kir.

Pêşwaziya li kuştina Xelîfeyê DAIŞê

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Amerîka û hêzên taybet kir ku operasyon pêk anîne û got, “Kuştina terorîst Ebû Îbrahîm El Qureyşî û nehiştina wî li vê herêmê ku êş û kulên zêde bo anîbûn, ji aliyê xelkê me û xwişk û birayên me yên Êzidî ve pêşwazî lê tê kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêdiviya berdewamkirina Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir li ser pirçekirin û rahênana Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê.

Merûr Barzanî dibêje, “Ev grûpa terorîst (DAIŞ) hêj gelek maye heta jinav diçe.”

 

 

Plandarêjê jenosîda Kurdên Êzidî

Serokê Amerîkayê îro di gotarekê de zanyariyên zêdetir derbarê operasyona kuştina Serkirdeyê DIAŞê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî li Idliba Sûriyê, eşkere kirin û ragihand, piştî ku `Xelîfeyê DAIŞê` ji aliyê hêzên wan ve hat dorpêçkirin, xwe teqand û çend endamên malbata xwe kuştin.

Joe Biden behsa tawanên wî “terorîstê” DAIŞê jî kir ku ji aliyê Amerîkayê ve wek `Hacî Ebdullah` naskirî ye û amaje bi êrişên DAIŞê yên qetilkirin û revandina Kurdên Êzidî kir di sala 2014an de li Şingalê û got, “Ew (Qureyşî) plandarêjê jenosîdkirina Êzidyan bû li bakur rojavayê Iraqê di 2014an de.”

Tawanên `Xelîfeyê DAIŞê`

Serokê Amerîkayê hinek ji wan tawanên `Xelîfeyê DAIŞê` bibîr xistin ku li dijî Kurdên Êzidî kirine û got, “Ew çîrokên xemgîn li bîra me hemûyan e ku komkujî tê de bû û bi temamî gund hatibûn jinavbirin, bi hezaran jin û keçên genc wek kole hatin firotin û destdirêjiya li beramber wan wek çekeke cengî bikar annî”, “lê spas ji bo hêzên me yên qehreman ku ew terorîst êdî li jiyanê.”

Joe Biden behsa dawî tawana wî “terorîstî” jî kir û got, êrişa li ser zindana Xiwêran a Hesekê jî bi fermana wî bûye û “Hêzên Sûriya Demokratîk bi qehremanî rûbirû bûn.”

 

 

Piştevaniya bo hêzên Kurdî

Serokê Amerîkayê tekez jî kir ku ew dê berdewam bin li ser karkirina li gel HSD, hêzên Iraqê û Pêşmerge û got jî, “Parastina aramiya Amerîka û hevpeymanên me erkê me yê sereke ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst